Li Tebqayê ji bo 3 şehîdan sersaxî hate xwestin

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê, şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, nûnerên QSD'ê û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbatên 3 şehîdên re xwestin.

Li Tebqayê ji bo 3 şehîdan sersaxî hate xwestin
18 tebax, 2018   16:15

TEBQA

Şande ji endamên Saziyên Malbatên Şehîdan, Buroya Şehîdan a QSD'ê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Beşa Trafîkê, Komîteya Jin, Komîteya Şaredariyan û Komîteya Têkiliyên Giştî pêk hat ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Emar El-Xelef, Mihemed El-Ebdûl û Raşid El-Felac ên ku di encama teqîna mayînekê de ji bermahiyên DAIŞê dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn serdana konê sersaxiyê kirin.

Di bin konê sersaxiyê de, Rêveberê Buroya Şehîdan a QSD‘ê Umer Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Tu peyv wateya şehîd bide nîne. Lê belê dibe ku hinek peyv ceserat bikin û wî wesif bike. Şehîd ew finda ku ji bo ronîkirina riya azadî û rumetê dişewite ye. Ew mirovê ku ji bo ku gel derbasî ewlehiyê bibe ji hestiyên xwe pirek ava kiriye û riya mirovan ronî dike"

(şx)

ANHA