‘Helwesta hikumeta Iraqê tekez dike ku ew jî hevparê êrîşa li ser Şengalê ye’

Rîham Heco diyar kir ku helwesta hikumeta Iraqê ya ji bo nederbasbûna şêniyên Bakurê Sûriyeyê bo herêma Şengalê, tekez dike ku hikumeta Iraqê jî di êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê de hevpar e.

‘Helwesta hikumeta Iraqê tekez dike ku ew jî hevparê êrîşa li ser Şengalê ye’
18 tebax, 2018   12:36

ŞENGAL

Hevseroka Meclisa Şengalê Rîham Heco der barê destûrnedana hêzên Iraqê ji bo derbasbûna şêniyên Bakurê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Rîham Heco wiha got: ʺGelê Bakurê Sûriyeyê ji berê de û taybet piştî qirkirina 3`yê Tebaxa 2014`an a li ser civaka Êzidî, piştgiriya Şengalê dike. Îro ji bo tev li merasîma oxirkirina Mam Zekî Şengalî bibin berê xwe dan Şengalê, bi vê yekê careke din piştgiriya xwe ji bo Şengalê dubare kirin.ʺ

Rîham bal kişand ser destûrnedana hikumeta Iraqê ji bo derbasbûna gelê Bakurê Sûriyeyê bo herêma Şengalê û ev tişt got: ʺEv biryara qedexebûnê, tekez dike ku hikumeta Iraqê di êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ya ser li Şengalê de hevkar e. Em vê helwest û polîtîkaya hikumeta Iraqê ya li dijî civaka Êzidî û gelên herêmê şermezar dikin.ʺ

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Meclisa Şengalê Rîham Heco ev bang kir: ʺPêwîst e kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê ji ber komployên li dijî civaka Êzidî têne kirin, rabin serhildanê û dakevin kolanan.ʺ

(kc)

ANHA