Şaredariya Reqayê beriya cejnê karê xwe zêde dike

Şarederiya Gel a Navendî ya Reqayê bi hatina cejna Qurbanê re ji bo ku tevgera şêniyan hêsan bike, rêyan asfalt dike.

Şaredariya Reqayê beriya cejnê karê xwe zêde dike
Şaredariya Reqayê beriya cejnê karê xwe zêde dike
Şaredariya Reqayê beriya cejnê karê xwe zêde dike
Şaredariya Reqayê beriya cejnê karê xwe zêde dike
18 tebax, 2018   12:41

REQA

Şaredariya Gel ji bo tevgera şêniyên bajarê Reqayê hêsan bibe û aliyê xizmetguzariyê baş bike, rêyên bajêr asfalt dike.

Werşeyên kar rêya giştî ya di navbera taxa Rimêla û navenda bajêr de, kolanên Til Ebyd, Cisir El-Sewame, kolana 23 Şibatê ji aliyê dîwarê El-Reşîd ve asfalt dikin. Her wiha vekirina rêyên ku bajarê Reqayê û gundewarên wê bi hev ve dide girêdan, didomîne.

Alavên paqijiyê yên girêdayî şaredariyê rêyên taxa El-Sewre, El-Nehde û Mesakin El-Iskan ji bermahiyên şer paqij dike.

Ji aliyekî din ve jî Rêxistina Destwerdanên Destpêkê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji nû ve bexçeyê El-Nexîl ê li kolana El-Wadî sererast dike. Her wiha rêxistin bermahiyên şer ji baxçeyê El-Nexîl ê kolana El-Wadî radike û hemû kolanê dê beriya cejna Qurbanê paqij bike da ku tevgera şêniyan hêsan bibe.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm got ew ê hemû rêyên sereke û şaxî yên bajar Reqayê dê vekin, her wiha dê rêyan asfalt bikin. El-Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê rêya di navbera gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê û bajêr ji aliyê deriyê Bexda heta çerxerêya El-Berazî û çerxerêya El-Dele ya navenda bajêr asfalt bikin.

Ji destpêka ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hemû hêza xwe hewl dide şaristaniya bajêr lê vegerîne.

(bx)

ANHA