Li ber navenda çeteyên El-Cebhe El-Weteniye teqînek pêk hat

Li pêşiya navenda çeteyên El-Cebhe El-Weteniye ya Tehrîrê li herêma Cebel El-Erbîn a girêdayî parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê teqîneke mezin pêk hat.

Li ber navenda çeteyên El-Cebhe El-Weteniye teqînek pêk hat
Li ber navenda çeteyên El-Cebhe El-Weteniye teqînek pêk hat
18 tebax, 2018   12:08

ŞEHBA

Li gorî agahiyên destpêkê ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin ku li nêzî saet 13:00`an li pêşiya navenda çeteyên El-Cebhe El-Weteniye ya Tehrîrê li nêzî gundê Kefer Lata yê Cebel El-Erbîn yê girêdayî bajarê Erîha yê parêzgeha Idlibê erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê ku çend welatiyên nêzî cihê teqînê bûn, birîndar bûn.

(bx)

ANHA