Gelê Girê Spî: Iraq û hikumeta Başûr şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne

Cîgirê Serokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebî diyar kir ku dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne.

Gelê Girê Spî: Iraq û hikumeta Başûr şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne
Gelê Girê Spî: Iraq û hikumeta Başûr şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne
Gelê Girê Spî: Iraq û hikumeta Başûr şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne
18 tebax, 2018   11:37

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî li dijî êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker ku di 15`ê Tebaxê de li ser Şengalê pêk anî û di encamê de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû, şermezar kir.

Bi sedan şêniyên kantonê û navçeya Eyn Îsa û Silûk li çerxerêya Firina El-Iskan a navenda bajêr kom bûn. Kesên ku tev li xwepêşandanê bûn wêneyên şehîd Zekî Şengalî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG`ê rakirin.

Xwepêşandan ji ber Firna El-Iskan dest pê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên “şehîd namirin, bi can bi xwîn bi te re ne şehîd û bimire Erdoganê kujer” hatin berzkirin.

Xwepêşandan Ii çerxerêya El-Qefes veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Cîgirê hevserokatya meclisa kantonê Sebrî Nebî axivî û şehîd Mam Zekî bi bîr anî.

Nebî diyar kir ku êrîşa li ser Şengalê komploya li dijî gelê azadîxwaz û têkoşer e. Ji ber ku dewleta Iraqê û hikumeta başûrê Kurdistanê şirîkên êrîşa li ser Şengalê ne, wan derfet dan balafirên dagirkeran ku derbasî asîmanê wan bibin.

Nebî destnîşan kir ku îradeya gelê wan dê li hemberî êrîşên li ser Şengalê bisekinin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Di dawiya xwepêşandanê de dayikên şehîdan wêneyên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan şewitand û hêrsa xwe li hemberî siyaseta dagirkeran li ser gelê herêmê diyar kir.

(bx/ew)

ANHA