Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê şemezar kirin û tekez kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê di rijandina xwîna civaka Êzidî de berpirsyar in.

Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
Gelê Amûdê êrîşên li dijî Şengalê şermezar kirin
18 tebax, 2018   11:25

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, nûnerên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li çerxerêya Jina Azad a navçeyê kom bûn û li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Şengalê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de wêneyên endamê Koordînasyona Civaka Êzidî şehîd Zekî Şengalî ku di encama êrşên balafirên artêşa tirk a dagirker li ser Şengalê de şehîd bû, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û pankartên bi nivîsên "Şengal sembola berxwedanê ye û dê bimîne kelemê çavê dijminan û na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re" hatin hildan.

Xwepêşandan ji çerxerêya Jina Azad a navçeyê dest pê kir û li hemû kolanên sereke geriya. Di xwepêşandanê de dirûşmên silavkirina şervanên tevgera azadiya Kurdistanê li dijî artêşa tirk a dagirker, silavkirina berxwedana Şengalê û “bimire îxanet” li dijî tevlîbûna hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê ku tev li êrîşên li ser Şengalê bûne, hatin berzkirin.

Xwepêşandan li qada Şengalê veguherî mitîngê. Li wê derê ji aliyê Mala Êzidiyan û Yekitiya Êzidiyan ên Efrînê der barê êrîşên li ser Şengalê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Hewar Şêxo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tişta ku Erdogan ê ku alîkariyê dide çeteyan ku herî dawî êrîşî kerwanê ku ji salvegera komkujiya Koço vedigeriyan, kirin. Çeteyên DAIŞ`ê li wî gundî komkujiya serdemê pêk anîn. Endamê Koordînasyona Meclisa Êzidî Mam Zekî Şengalê di hate hedef girtin û di encama wê de şehîd bû.

Bi karên xwe yên bi vî awayî tu carî îradeya gelê me û îsrara me li ser berdewamkirina têkoşînê da ku em mafê xwe bidest bixin, naşkînin. Em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Ji destpêkê ve dewleta Osmanî di rêya Êzidîyan re hewil dide gelê Kurd tune bike. Xwe li ser Êzidîyên ku tev li tu şeran li dijî tu kesî nebûne û bi aramî dijîn, xurt dike. Tevî vê jî her demekê bi tewanên olî û netewî rastî êrîşên hovane tên. Ji ber vê yekê em ji ber ol û netewa xwe êşê dibînin.

Ji ber vê em rastî hewildanên qirkirinê tên. Ji sala 2007`an ve li Til Ezîz û Sîpa Şêx Xidir teqîn pêk hatin. Îro jî ji aliyê osmaniyan ve û bi navê DAIŞ`ê û ala reş welek dilê wan êrîş hate kirin.

Bi hemû hovîtiya xwe êrîşî Şengalê kirin. Jin revandin û di sûkan de firotin. Bi laşê zarokan lîstin. Li bermberî vê yekê jî hemû cîhan bê denge.

Bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo fedekariya ji bo nirxên mirovahiyê yên ku parastina Êzidiyên Şengalê li çiya, gelî û di bin germahiya meha Tebaxê de girtin ser milê xwe.

Hêzên Erdoganê kujer fermandar Zekî Şengalî di roja komkujiya Koço de kirin hedef. Erdogan bi vê yekê hewil dide tolê rake ji ber ku çeteyên wî yên DAIŞ`ê li Şengalê  û tevahî herêmî bin ketin.  Em êrîşa dagirkeran li ser Şengalê şermezar dikin.

Em bang li hemû heskerên mirovahî û demokratiyê li hemû cîhanê dikin ku li hember zilm û zorê derkevin. Em bang li hemû gelê Êzidî dikin ku li hember hemû hewildanên perçe kirinê bibin yek û ji xwîna şehîdên Tevgera Azadiyê re û bi taybet şehîdên Şengalê yên ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de şehîd bûn û heta şehîd Mam Zekî wefedar bin."

Ji aliyê xwe ve yek ji rêvberên Kongreya Star a navçeya Amûdê Mira Zoro êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku hesab ji kesên ku ev sûc derbarî gelê Êzidî de pêk anî, bixwazin.

Mira Zoro got hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê berpirsyarê rijandina xwîna Êzidiyan in ji ber herdû hikûmet beriya êrîşa li ser Şengalê bi Erdogan re civiyabûn. Mira Zoro bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku êdî bes destek bide dijmên kurdan.

Xwepêşandan bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ bi dawî bû.

(bx)

ANHA