Dewha di qedexekirina Heckirina Qeteriyan de Riyadê tewanbar dike

Qeterê diyar kir ku Siûdiyê Heckirina Qeteriyan îsal qedexe kiriye û Riyadê jî ev mijar derewand. Rayedarekî Siûdiyê ragihand ku ne pêkan e mijara Heckirinê were siyasetkirin an jî nakokiyên siyasî derbasî mijara Heckirinê bibin.

Dewha di qedexekirina Heckirina Qeteriyan de Riyadê tewanbar dike
18 tebax, 2018   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî sîstema pare ku ji mafê 1200 welatiyên Qeterê ye serdana Hecê bikin, Qeter daxuyaniyên derdikevin lomeyê ji biryara Siûdiyê, Îmarat, Behrên û Misrê dikin ku girêdanên bazirgahî û dîplomasî bi Dewha re qut dikin.

Endamê Komîteya Niştimanî ya Mafên Mirovan a Qeterê Ebdullah El-Kehbî ku ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin, got ku Siûdiyê sîstema elkitronîk a ajansên geştewariyê girtiye da ku welatiyên Qeterê karibin Heca xwe bikin.

Her wiha got ku ti derfet ji welatiyên Qeterê re nehatine vekirin da ku Heca xwe bikin û welatî nikarin vîzeya Siûdiyê werbigirin ji ber ku şandeyên dîplomasî li wir tune ne.

Rayedarekî Wezareta Hecê ya Siûdiyê ragihand ku komeke welatiyên Siûdiyê gihîştine Hecê û rêûresmên xwe didomînin û got ku 1624 welatiyên Qeterê di sala borî de Heca xwe kirine.

Siûdiyê dibêje ku hikûmeta Qeterê hewl dide vê dozê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bîne û got ku Riyad ti carî siyasetkirina Hecê qebûl nake.

Siûdiyê diyar kir ku welatiyên Qeterê ji bilî şîrketa balefiran a Qeterê dikare bi çi şîrketê be serdana Siûdiyê bikin û Heca xwe pêk bînin.

Siûdiyê û sê dewletên Ereb girêdanên xwe yên bejahî, ezmanî û deryayî bi Qeterê re di Hizêrana borî de birîn û ew bi fînansekirina terorê tewanbar kirin. Dewha jî vê mijarê red dike.