Sekreterê Giştî yê berê yê NY’yê Kofî Annan mir

Sekreterê Giştî yê berê yê NY’yê, yê bi xelata Nobelê Kofî Annan, di 80 saliya xwe de mir.

Sekreterê Giştî yê berê yê NY’yê Kofî Annan mir
18 tebax, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçeya mirina Annan ku Reutersê nûçe spartiye xizmên Annan, ji hêla diplomat û weqfa Annan ve jî hate piştrastkirin.

Hate gotin Annan li nexweşxaneya Bernê ya Swîsreyê miriye.

Kofî Annan ku 1938’an li herêma Kumasî ya Ganayê hatiye dinê, di navbeyna salên 1997-2006’an Sekreteriya Giştî ya NY’yê kir. 2001’an ji ber xebatên wî yên ji bo cîhaneke zêdetir rêxistinî û bi aştiyê, bi NY’yê re şayanî Xelata  Aştiyê ya Cîhanê hate dîtin.