Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên

Gundê Etbê yê girêdayî navçeya Girkê Legê ku li nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dikeve ev bêtirî 100 sal in ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyên weke şewitandina zeviyan û kuştina sivîlan tê.

Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Bêtirî 100 sal in rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
18 tebax, 2018   09:35

KADAR ÎBARHÎM / QAMIŞLO

Gundê Etbê yê girêdayî navçeya Girkê Lebê yek ji gundên kevnar li devera Aliyan e û weke kaniya şehîdan tê binavkirin. Gund Etbê li ser riya azadiya gelê Kurd û gelên herêmê 18 şehîd dane. Gund tenê yek kîlomîter ji sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dûr e.

Li aliyê bakurê sînor gundên Elaqmişê û Dêrikê hene û di navbera van herdu gundan û gundê Etbê de têkliyên xizm û biratiyê hene.

Li gundê Etbê 38 malbat jiyan dikin, ji ber ku gundê ji sînor ve nêzîk e ev çend sal in ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyan tê.

Destdirêjiya destpêkê hevpeymanên Lozan û Seyks-Bicot bû ku xizmên van gundan ji hevûdu qetandin û ji wê demê ve dewleta Tirk heta niha destdirêjiyan li welatiyên gund dike.

Artêşa Tirk gelek caran gund û zeviyên gund di salên 80'yî û 90'î de şewitandin. Di sala 2014'an de jî leşkerên Tirk agir bi zeviyên welatiyên gund de berdan û di encamê de berhema çandiniyê ya gundiyan hate şewitandin. Dema ku welatiyan xwestin ku agir vemirînin rastî guleyên leşkerên Tirk hatin û di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

Di salên 90'î ya sedsala borî de artêşa Tirk li seranserî devera sînor mayîn çandin û ji ber van mayînan jî 4 welatiyên gund (Mûsa Silêman, Nayif Hisên, Mihemed Resûl û Yûsif Umer) jiyana xwe ji dest dan û du welatiyên din (Ehmed Umer û Eta Hisê) di encama guleyên leşkerên Tirk û mayînên wan de jiyana xwe ji dest dan û welatiyê bi navê Kenan Nûrî di encama teqîna mayînekê de astengdar bûye.

Artêşa Tirk di van demên dawî de jî di bin hinceta ku  parastina sînor de destdirêjî li gelek zeviyên welatiyan kir û dîwarek di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ava kir. Li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê hêjî civaka navnetewî bêdeng e.

Destdirêjiyên artêşa Tirk heta roja îro didome û dubare şivan û cotkarên gund armanc dikin. Di 13'ê vê mehê de jî dema ku siwareya paqijkirinê qirêjî ji gund kom dikir rastî guleyên artêşên Tirk hat.

Girêdayî mijarê welatiyê gundê Etbê Celal Hisên ku bavê du şehîdan (Bahoz û Heqî) ye, diyar kir ku gundê wan bê sedem dubare rastî destdirêjiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê û heta niha aliyên herêmî û navnetewî ti hesab ji dewleta Tirk der barê van destdirêjiyan de nexweşstine.

Celal Hisên diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ji van destdirêjiyan ew e ku welatiyên gund bêne koçberkirin û wiha got: "Tevî hemû destdirêjiyên artêşa Tirk em ji gundê xwe dernakevin û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li hemberî van destdirêjiyên artêşa Tirk bêdeng nemînin û rê li pêşiya hovîtiya Tirkiyeyê bigirin."

ANHA