Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e

Di dan salên dawî de li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê diyardeya bikaranîna kenarên kolanan ji aliyê dukandaran ve zêde bû. Di encamê de hatûçûna welatiyan asteng bû. Şaredariya Gel jî soza çareserkirina vê diyar deyê da.

Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e
Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e
Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e
Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e
Diyardeya bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek e
18 tebax, 2018   09:37

OLVA HAC MENSÛR /HESEKÊ

Dukandarên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê tiştên xwe li ser kenarên kolanan li pêşiya dukanên xwe radixînin. Di encamê de welatî neçarî dimînin di nîvê kolanan re bimeşin û hatûçûn dijwar dibe û dibe sedema gelek qezayên trafîkê. Her wiha gelek firoşkarên din jî li ser kenaran tiştên xwe û sebzeyê radixînin.

Tişta ku welatiyên navçeyê matmayî dihêle ew e ku Şaredariyê bi biryarekê derfet da van dukandar û firoşkaran ku nîvê kenara kolanan bikar bînin û bi taybet di bazaran de, tevî ku panbûna kenarê kêmtirî 2 mîtreyan e.

Welatiyê bi navê Hemdullah Hisên girêdayî mijarê wiha got: "Em nikarin serdana bazarê bikin û şaredariya gel jî ti çareserî peyda nekiriye û tenê cezayan li dukandaran dixîne."

Hemîd Îbrahîm jî der barê heman mijarê de diyar kir ku piraniya kenarên kolanan ji aliyê dukandaran ve tên bikaranîn û êdî kenar veguherine bazareke serbixwe û wiha anî ziman: "Em bang li Şaredariya Gel dikin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê  re peyda bike."

Dukandar jî bi hinceta ku dukanên wan bi çûk in kenara kolanê bikar tînin û welatî jî vê yekê weke hincet nabînin.

Firoşkarên sebzeyê jî diyar kirin ku wan bi erêkirina şaredariyê sebzeyê li ser kenaran difiroşin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a naveçya Dirbêsiyê Mihemed Elî ji ANHA'yê re axivî û got ku pirsgirêka bikaranîna kenarên kolanan pirsgirêkek kevin e û ew weke şaredarî hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin.

ANHA