Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê kampaniyek da destpêkirin

Heyva Sor a Kurdistanê bang kir, ku qurbanên di Cejna Qurbanê de werin dayin ji bo malbatên hewcedar ên li hemû parçeyên Kurdistanê bêne şandin.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê kampaniyek da destpêkirin
18 tebax, 2018   07:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurdistanê li ser malpera xwe ya înternetê bang kir û ji bo qurban ji malbatên hewcedar re bên şandin agahiyên teknîkî da:

Heyva Sor a Kurdistanê ev bang kir:

Qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e.

Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.

Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji bo;

-Koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê.

-Bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wêrankirî.

-Mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê.

-Mexdûrên şer yên li Xûrmatû û Daqûqê, bişîne.

Ji bîr nekin, îro bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê û deh hezaran şêniyên Nisêbîn, Şirnex, Gever, Sûr, Cizîr, Silopiya û Hezexê, deh hezaran mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê, hezaran mexdûrên şer ên li Xûrmatû û Daqûqê li benda alîkariya we ne.

Xêrxwazên hêja;

Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan geş bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Wilhelmstr. 12

53840 Troisdorf

Tel: +49 (0) 2241 975 25 83

+49 (0) 2241 975 25 85

Fax:+49 (0) 2241 975 25 84

Kreissparkasse Köln

Hesap No: 40 10 481

BLZ: 370 502 99

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

www.paypal.me/heyvasor

Buhayê Qurbanekê 150 Euro ye.

Agahiyên berfireh ên li ser kampanyayê, hûn dikarin li malpera Heyva Sor a Kurdistanê bibînin:

http://www.heyvasor.com/ku/kampanyaya-qurbane/