‘Hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe hevkarên êrîşê ne‘

Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê gotin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe ya ji êrîşê re hevkarê Tirkiye ye.

‘Hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe hevkarên êrîşê ne‘
17 tebax, 2018   20:17

ÎBRAHÎM EL-EHMED – RÛBA EL-ELÎ / QAMIŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ya ku 15‘ê Tebaxê pêk hatî meşek li dar xistin.

Welatiyên ku beşdarî meşê bûne helwesta xwe ya der bare êrîşê de ji ajansa mre re anîn ziman û destnîşna kir ku hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe hevkarên dewleta Tirk in.

Elî Xatê: Ez êrîşa li ser Şengalê bi tundî şermezar dikim, banga min ji hêz û partiyên Kurdî re ku li hemberî êrîşên li ser gelê Kurdistanê bibin yek, ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê gelê Kurd li her deverê dike hedef. Ez bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikim ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên der heqê gelê me de derkeve û rastiya êrîşa Tirkiyê aşkere bike.

Mihemed Xeyrî: Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê em derketine qadan. Em ji hikûmeta herêmê û Iraqê dixwazin helwesta xwe zelal bikin. Ji ber bêdengiya wan li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê gumanan çêdike û nîşan dide ku destê wan ji di êrîşê de heye. Em her tim dûbare dikin ku em gelê Kurd ji mafê xwe venagerin û em ê tola şehîdan û Şehîd Zekî Şengalî rakin, em ê têkoşîna xwe di her aliyan de mezin bikin ta dijminahiya li ser gelê me li her çarparçeyên Kurdistanê bi dawî bikin.

Lezgîn Elî: Bila Erdogan baş nas bike ku ev kiryarên wî vîna gelê me naşkîne, ji ber ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û tola şehîdan rakin.

Sureya Cûma: Êrîşa Tirkiyê ya li ser Şengalê piştî serdana Ebadî ji Tirkiyê û hevdîtinên wê bi kujer Erdogan re pêk hat. Ev yek nîşan didee ku hikûmeta Ebadî şirîkê êrîşa li ser gelê me ye û şehîdxistina Zekî Şengalî ye.

ANHA