Iraqê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şemezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê şermezar kir û careke din xwest ku dewleta Tirk ji axa Iraqê derkeve.

Iraqê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şemezar kir
17 tebax, 2018   12:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 15`ê Tebaxê balafirên dewleta Tirk a dagirker endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî hedef girt û di encamê de Şengalî şehîd bû.

Têkildarî mijarê, berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mecûb daxuyaniyek da û ev tişt got: ʺWezareta Derve ya Iraqê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li ser herêmên Şengalê şermezar dike.ʺ

Wezareta Derve ya Iraqê got ku der barê êrîşa li ser Şengalê de tu têkilî di navbera Bexda û Enqereyê de çênebûye.

Her wiha Wezareta Iraqê careke din xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji axa Iraqê (Beşîqa) derxe, ji ber ku ev yek ne li gorî hevpeymanên navneteweyî ye.

(kc)