Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê hedefgirtina Mam Zekî Şengalî şermezar kir û ji hikumeta Iraqê û ya Herêma Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesta xwe der barê vê êrîşê de zelal bikin.

Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin
Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin
Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin
17 tebax, 2018   11:55

ŞEHBA

Bi sedan Êzidiyên Efrînê û şêniyên Efrînê ku li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û hedefgirtina Zekî Şengalî şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Êzidiyan Mustefa Elî ve bi zimanê erebî û bi kurdî jî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Êzidî Eyşe Cafo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bi navê Yekitiya Êzidiyan li Efrînê êrîşa Erdogan a li dijî axa Şengalê hate şermezarkirin.

Yekitiya Êzidiyan got piştî destwerdana Yekîneyên Parastina Gel, gelê Êzidî ji qirkirina DAIŞ`ê  hate xelaskirin û DAIŞ li Şengalê tune bû û wiha hate gotin: ʺLê sultanê Osmanî Erdogan bi balafiran êrîşî axa Şengalê ya birîndar kir û cihên pîroz ên Êzidiyan rûxandin, da ku hebûna Kurdan a bi hezaran salan ji holê rake.ʺ

Yekitiya Êzidiyan di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku hedefgirtina Zekî Şengalî hedefgirtina sembola berxwedana Şengalê ye û wiha dewam kir: ʺŞehîd Zekî jiyana xwe di oxira xizmeta gelê xwe û doza wî de û bi taybet civaka Êzidî de  feda kir.ʺ

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ji hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesta xwe der barê vê êrîşa li ser civaka Êzidî de zelal bikin.

(kc)

ANHA