Mala Êzidiyan li Serêkaniyê hat vekirin

Mala Êzidiyan şaxeke xwe li bajarê Serêkaniyê bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê hate şermezarkirin û her wiha şehîd Zekî Şengelî hate bibîranîn.

Mala Êzidiyan li Serêkaniyê hat vekirin
Mala Êzidiyan li Serêkaniyê hat vekirin
Mala Êzidiyan li Serêkaniyê hat vekirin
Mala Êzidiyan li Serêkaniyê hat vekirin
17 tebax, 2018   11:43

HESEKÊ

Di vekirina Mala Êzidiyan de, bi dehan welatiyên Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe ve amade bûn.

Destpêkê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Endamê Desteya Mala Êzidiyan Ziyad Rustem axivî û Mala Êzidiyan li civaka Êzidî û li hemû pêkhateyên Serêkaniyê pîroz kir. Rustem diyar kir ku ev mal dê bibe cihê hevgirtinê ji hemû pêkhateyên Serêkaniyê re.

Ziyad Rustem êrîşa suîqastê ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku Zekî Şengalî tê de şehîd bû, bi îxanêta mezin bi nav kir û wiha got: “Mam Zekî ji destpêka êrîşên li ser Şengalê heta roja rizgarkirina wê, bi birêxistinkirina civaka Êzidiyan bi hemû şêweyên wê ve li ser  disekinî.”

Piştî axaftinan şirîta vekirinê ji aliye malbatên şehîdan hate birîn. Di dawiya vekirinê de daxuyaniyek li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Şengalê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşa 15‘ê Tebaxê ya ku dewleta Tirk li ser Şengalê pêk anî, hovîtiya dewleta Tirk aşkera dike. Êrîşa dewleta Tirk careke din tekez dike ku Tirkiye di siyasetên xwe yên dijminahî de berdewam e û hemû pîvanên navdewletî binpê dike.

Tirkiyê bi awayekî aşkera xaka Iraq û başûrê Kurdistanê binpê dike, ev yek xetereyeke mezin e. Pêkirinên Tirkiyeyê rastiya îflasa planên wê yên xapandina gelê Tirk diyar dike, ji ber ku Erdogan dixwaze nêrîna raya giştî ya Tirk ku encamên siyasetên xwe yên têkçûyî li ser bibe.”

ANHA