Aloziya di navbera Tirkiye û DYA`yê de kûrtir dibe, Trump dîsa gef xwar  

Serokê DYA'yê Donald Trump helwest nîşan da û diyar kir ku Tirkiyeyê bi salan ji DYA'yê sûd wergirtiye û heke keşe Brunson neyê berdan dê tiştekî din nedin Tirkiyeyê.

Aloziya di navbera Tirkiye û DYA`yê de kûrtir dibe, Trump dîsa gef xwar  
17 tebax, 2018   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi rêya Twitterê peyamek weşand û wiha got: "Tirkiyeyê bi salan ji DYA'yê sûd wergirt. Niha jî keşeyê me yê xiristiyan ê bêhempa bernadin. Ez dikevim wê rewşê ku jê bixwazin bi rengê rehîneyekî welatparêz temsîla me bike. Ji bo berdana mirovekî bêguneh em ê tiştekî nedin. Em ê hin tiştan ji ser Tirkiyeyê qut bikin."

Wezîrê Darayî yê DYA'yê Stevan Mnuchin jî roja Pêncşemê gotibû eger Brunson tavilê neyê berdan dê fişar û guşarên li ser Tirkiyeyê zêdetir bikin.

Beriya 2 rojan cîgirê Trump Mike Pence jî xwest ku Brunson were berdan û wiha got: "Divê Tirkiye biryardariya serok Trump neceribîne. Trump li ser wê mijara ku amerîkayiyên li derveyî welat ên ku bi neheqî hatin girtin, li welatê xwe vegerin, biryardar e."