Mamê êzidyan Zekî Şengalî wê sibê were oxirkirin

Cenazeyê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku di êrîşa suîkastê ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, wê sibe bi merasîmek girseyî bê oxirkirin.

Mamê êzidyan Zekî Şengalî wê sibê were oxirkirin
17 tebax, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Özden) ku di 15’ê Tebaxê de dema ji merasîma salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di êrîşa suîkastê ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, wê sibe merasîmek girseyî bê lidarxistin.

Merasîm wê sibe li Şengalê saet di 15.00’an de pêk were. Di çarçoveya bernameya merasîmê de gelê Êzidxanê wê destpêkê ji bajaroka Xanesorê bi konvoyek seyareyan biçe herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê. Girse wê li vir biçe Gundê Kolka ku cenazeyê Mam Zekî Şengalî lê ye.

Piştre jî wê cenazeyê Zekî Şengalî li ser milan û bi meşê bibin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Cenazeyê Mam Zekî wê li vir bi merasîmekê bispêrin axê.