Şoreşger Ozanyan bi merasîmek leşkerî hat bi bîranîn

Endamê TKP/ ML TÎKKO, Nûbar Ozanyan di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmek leşkerî hat li bîr anîn.

Şoreşger Ozanyan bi merasîmek leşkerî hat bi bîranîn
Şoreşger Ozanyan bi merasîmek leşkerî hat bi bîranîn
16 tebax, 2018   19:04

HESEKÊ

Endamê TKP/ ML- TÎKKO, Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) ku 14’ê tebaxa 2017’an, li Rojava şehîd bûyî di yekemîn salvegera şahadeta wî de bi merasîmek leşkerî hat libîranîn. Bîranîn li Akedemiya Disîplîna Leşkerî ya Ş. Cemşîd a Til Temîr hat li darxistin. Endamên TÎKKO, MLKP, THKP-C/MLSPB, DKP-BÖG,Hêzên Enternasyonalîst, MKP, TKEP/L, BÖG û YPG tev li merasîmê bûn.

Piştî merasîma leşkerî û rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Yekem hevala Ozanyan a zarokatiyê Guhar Garabediyan, Ozanyan li bîr anî û bi zimanê Ermenî û Kurdî helbest li ser Ozanyan xwend.

Li ser navê TÎKKO Cemîl Amed axivî û diyar kir ku ew ji bo şehîdên ku nikarin bixin tu dem û tu cihî li vir in û wiha got: “Heval Nubar bê nasname û bê welat bû, ji ber ku her welat û gelê bindest wek welat û gelê xwe didît. Ji ber wê jî ji her gelî re şer kir û heta şehîd ket. Wî li Şengal, Rojava û li her welatek bindest li hestiyên Ermeniyan digeriya. Êşa gelê Ereb, Kurd, Ermen kir êşa xwe.”

Cemîl Amed endamê PKK’ê Atakan Mahîr û Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî bi bîr anî.     

Piştî Cemîl Amed, Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir, li ser navê DKP-BÖG Aynûr Ada, MLKP Tuncay Yilmaz, li ser navê BÖG Bedretîn Rasîh, li ser navê Hêzên Enternasyonalîst Kîrra, YPG axivîn û MKP bi daxuyaniyek nivîskî Ozanyan bi bîr anîn û soza şopandina doza wî dan.

Merasîm bi druşmên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ANHA