MSD'ê bi şêxên êlên ereban re civiya

Nûnerên MSD'ê ji bo nirxandina encamên hevdîtinên MSD'ê bi hêzên rêjîmê re ku li Şamê pêk hat bi şêx û rûspiyên êlên Ereban re civiya.

MSD'ê bi şêxên êlên ereban re civiya
MSD'ê bi şêxên êlên ereban re civiya
MSD'ê bi şêxên êlên ereban re civiya
MSD'ê bi şêxên êlên ereban re civiya
16 tebax, 2018   15:44

KOBANÊ

Di civînê de şêx, rûspiyên êlên Ereban ji deverên cuda yên nêzî çemê Firatê, endamê Desteya Hevserokatiya MSD'ê Hesen Mihemed Elî û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Abdullah El-Mihbaş amade bûn.

Civîn li ser berava çemê Firatê li nêzî pira Qera Qozaq hate lidarxistin.

Endamê Desteya Siyasî yê MSD'ê Hesen Mihemed  hemû mijarên ku di hevdîtinên bi rêjîmê re hate nîqaşkirin ji beşdaran vegot û diyar kir ku ew hevdîtin negihiştin asta lihevkirinê.

Hesen destnîşan kir ku MSD'ê hewl didin bi rêjîmê re destpêkê, ji bo derxistina dewletên dagirker ji xaka Sûriyeyê li hev bikin û piştre aloziyê bi rêya dansûtandinên niştîmanî beyî mudexeleyên derve çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Abdullah El-Mihbaş axivî û got:" Yekgirtina pêkahetyên herêmê tiştek ne nû ye. Eger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku hemû pêkhate beyî ku tu pirsgirêk derkeve bi hevre jiyan kirine. Siyasetên dewletên cîran li ser belavkirina fîtineyan di nav bera gelên herêmê de xwe birêxistin dike."

(şx)

ANHA