Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin

Bi armanca kêmkirina azarên şêniyan, Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê yekemîn navenda tenduristiyê li bajarokê Mergeda yê gundewarên başûrê bajarê Hesekê vekir.  

Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin
Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin
Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin
Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin
Navenda Tenduristiyê ya Mergeda hate vekirin
16 tebax, 2018   15:56

HESEKÊ

Komîteyên xizmetguzariyê yên bajarê Hesekê ji bo pêşxistina warê xizmetguzariyê li bajarokê Mergeda yê ku beriya demekê ji DAIŞ'ê hatibû rizgar kirin dixebite. Têkildarî vê mijarê Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê yekemîn navenda tenduristiyê li bajarokê bi merasîmekê vekir.

Bi dehan şêniyên bajarok û gundên derdorê beşdarî maresîmê bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya bajarokê Mergedeyê Hisên El-Salih axivî û vekirina navendê li şêniyan pîroz kir û spasiya hemû kesên ku desteka vekirina navendê kirine kir.

Her wiha Hisên diyar kir ku wan bi armanca kêmkirina azarên şêniyan ev navend vekirin.

Di dawiya merasîmê de navend ji aliyê endamê rêveber ê Navenda Tenduristiyê Hisên El-Salih ve hate vekirin.

Navend xizmet û dermanan bê pere ji nêzî 70 gundên girêdayî bajarokê Mergedeyê pêşkeş dike. Di navendê de 2 bijîşk, 6 hemşîre dixebitin û her wiha dermanxaneyek û ambulasek heye.

(şx)

ANHA