Qehtan Xelîl: Hikumeta Iraq û Başûr bi bêdengiya xwe hevkarên êrîşê ne

Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Şengalê Qehtan Xelîl diyar kir ku dijmin Şengalî wekî xeteriyekê li ser siyaseta xwe ya li hemberî gelê Êzidî dibîne, êrîşa ku hatî kirin ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê hatiye pîlankirin. Heger hikûmeta Ebadî û Başûrê Kurdistanê derbarê vê êrîşê de helwesta xwe nîşan nedin, ev yek tê wateya ku ew jî di êrîşê de hevkar in.

Qehtan Xelîl: Hikumeta Iraq û Başûr bi bêdengiya xwe hevkarên êrîşê ne
16 tebax, 2018   13:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Qehtan Xelîl derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê ji ajansa me re axivî û got, "Di salvegera komkujiya gundê Koço de kesayetên siyasî û leşkerî beşdarî merasîmê bîranîna qurbaniyên komkujiyê bûn. Endamê Koordînasyona Civakayê Êzidî Zekî Şengalî jî di merasîmê de amade bû. Piştî merasîm bi dawî bû, derdora saet 17:00‘an li herêma Şilo balafirên Tirkiyeyê du top avêt kerwanê Şenglî."

Qehtan di nava axaftina xwe de, diyar kir ku Zekî Şengalî ji bo yekrêziya civaka Êzidî û rawestandina komkujiyên der heqê Êzidiyan de têdikoşiya, têkoşîna wî jî dûrî berjewendiyên kesayetî bû, têkiliyên wî bi hemû partî û hêzên Êzidî yên li Şengalê û dewletên Ewropya hebû, armanca wî  yekitiya êzidiyan çêbike.

Xelîl tekez kir ku dijmin Şengalî wekî xeteriyekî li ser siyasetên xwe ya li dijî Êzidiyan dibîne û wiha domand, "Şengalî ji bo rêxistinkirin, perwerdekirina civaka Êzidî, her wiha pêkanîna armancên Êzidiyan gavên mezin avêt. Armanca serî û ya dawî ya dijmin tunekirina Êziydan e, komkujiyên Til Ezîz û kuştina gelek kesayetên Êzidî vê yekê nîşan dide."

Qehtan êrîşa li ser Şengalî wekî hedefgirtina Êzidiyan û tevahî gelê Kurd bi nav kir û got ku dijminên gelê Kurd cudahiyê naxe navbera hêzên siyasî yên Kurdî û leşkerî.

Qehtan destnîşan kir êrîşa li ser Şengalî ji beriya demekê ve hatiye pilankirin û ev tişt got, "Heke hikûmeta Ebadî û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya derbarê vê êrîşê de diyar neke ev yek tê wateya ku ew jî bi dagirkeriya Tirkiyê re hevkar in. Ne mumkine ku balafirên şer xaka bê agahiyên hikûmeta dewletê dewleteke din derbas bike. "

(bb)

ANHA