Partiya Kesk êrîşa li ser Şengalê şermezar kir

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê ku di encamê de fermandarê Koordînasyona Civaka Şengalê Zekî Şengalê şehîd bû, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku dê têkoşîna xwe ji bo yekitiya gelê Kurd berdewam bikin û bang li hikumeta Başûr kir ku hebûna dagirkeriyê li ser xaka xwe red bikin.

Partiya Kesk êrîşa li ser Şengalê şermezar kir
16 tebax, 2018   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji bo şehadeta fermandar Zekî Şengalî ji Koordînasyona Civaka Êzidî re sersaxî hate xwestin û soza şopandina rêya têkoşîn û rizgarkirina Kurdistanê hate dayîn. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker bi hemû wesîleyan tekez dike ku ew alîkariya çeteyên DAIŞ`ê û komên terorîst dike. Duh dewleta tirk a dagirker careke din têkiliyên xwe bi çeteyên DAIŞ`ê re tekez kirin. Tiriyê nerazîbûnên xwe li hemberî rêxistinên ku çeteyên DAIŞ`ê têk dibin û kesayetên ku bandora wan di têkbirana wan de heye, nîşan dide û hewl dide wan tune bike. Êrşên dewleta tirk a dagirker ku duh di salvegera komkujiya gundê Koço de ku beriya 34 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û di encama wê de bi sedan şêniyên Şengalê bûn qurban ku di encama êrîşê de têkoşer û fermandarê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû, tekez dike ku ew tola xwe ji hemû kesayetên ku çeteyên DAIŞ`ê têk bibin, hiltîne.

Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê êrîşa li ser gelê Şengalê ku di encamê de fermandarê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalê û hindek sivîl şehîd bûn, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji Koordînasyona Civaka Êzidî û gelê xwe re dixwazin.  

Careke di em tekez dikin ku gelê Kurd yek e. Em bang li hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku hebûna dewleta Tirk li ser xaka xwe red bike. Em soz didin gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ku em ê li ser rêya têkoşîn û rizgarkirina gelê Kurd bimeşin û em ê hemû Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin."

(bx/ew)

ANHA