Rêveberiya Xweser a Cizîrê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û soza da ku ew têkoşîna azadî û rumeta mirovahiyê berdewam bike.

Rêveberiya Xweser a Cizîrê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir
16 tebax, 2018   14:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê derbarê êrîşa hawayî ya arêtşa Tirk a dagirker a li ser Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî şehîd hate xistin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Tiştên li ser erdîngariyê, ji wêrankirin, xirabkirin, koçberkirin û kuştin têne kirin berhemên siyaetên desthilatdar û diktator ên li hemberî gelên Rojhata Navîn e. Lê gelê Kurd herî zêde para xwe ji van siyasetan girt, dîsa jî li hemberî van kiryaran serî netewand û têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û rumeta mirovahiyê berdewam kir. Ji lewara jî pergalên desthitdar siyaetên xwe yên qirêj zêdetir kir.

Di dîrokê de destê dewleta Tirk di her komujiyên der heqê gelê Kurd de heye. Ji êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên 2014‘an de li ser Şengalê ta bi Efrînê rengîn û êrîşa duh a li ser Şengalê.

Duh jî 15/8/2018‘an balafirên Tirkiyeyê êrîşeke hovane li dijî herêmên Şengalê yên ku qurbaniyên komkujiyan bi bîr di anîn pêk anî.

Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê em şehîdên komkujiya êrîşa Tirk a li ser Şengalê û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û şîfa lezgîn ji birîndara re dixwazin, her wiha em soza didin ku em ê xeta têkoşîna zadî û demokrasiyê û rumeta mirovahiyê berdewan bikin û bi hebûn û destkeftiyên demokrasiyê biparêzin."

ANHA