KCD: Desthilata Erdogan komkujiyên xwe didomîne

KCD’ê têkildarî Komkujiya Koço ku duh ji hêla balafirên artêşa Tirk ve li Şengalê hate pêkanîn, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê li hemberî gelê Kurd û bi taybet gelê Êzidî komkujiyên xwe didomîne û hemû pîvanên navneteweyî binpê dike.

KCD: Desthilata Erdogan komkujiyên xwe didomîne
16 tebax, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê komkujiya li gundê Koço yê Şengalê de daxuyaniyek da. KCD’ê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li ber çavê raya giştî ya cîhanê komkujiyan li ser gelê Êzidî pêk tîne. KCD’ê daxuyand ku ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker nayên qebûlkirin û êrîş bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

 “Dewleta Tirk di serî de li ser gelê Kurd û bi giştî li ser hemû gelên li ber xwe didin, şerê qirêjî dide meşandin û bi vê re her roj komkujiyekê li ser komkujiyên xwe zêde dike. Erdogan û desthilata wî li ber çavên hemû dinyayê tu pîvanên hiqûqa gerdûnî û nirxên mirovahiyê nas nake.

Balafirên şer ên artêşa Tirk di 15’ê Tebaxa 2018’an de seat di 16.00’an de li hemberî cihekî pîroz ê Şengalê êrîş kir û komkujî pêk anî. Yên ku di vê komkujiya di salvegera Komkujiya Koço de jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.  Yên di vê êrîşê de birîndar bûne, şîfayê jê re dixwazin.

Wekî tê zanîn di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, komkujiya herî hovane û dermirovî li gundê Koço pêk anîbû û gelê me yê Êzidî li wir qetil kiribûn. Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê duh bi ser gelê me yê Êzidî de bombe barandin û komkujiyeke din pêk anî. Ev komkujî ne tenê li hemberî gelê me yê Êzidî pêk hatiye, ev komkujiî li hemberî hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pêk hatiye. Bi vê komkujiyê re careke din hevkariya Erdogan û desthilatadariya wî AKP-MHP bi DAIŞ’ê re derket holê.

Em wek Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku em van êrîşên li ser gelê me yê Êzidî tên meşandin qebûl nakin. Em yên ev êrîş pêk anîne, bersûc û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin.

Em bang li gelê Kurd û hemû beşên sosyalîst û şoreşger dikin ku bi gelê me yê Êzidî re di nava tevkariyê de bin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”