Kolanên Reqayê bi şev têne ronîkirin

Tîma Destwerdanên Destpêkê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji nû ve kolanên sereke û yên şaxî yên bajarê Reqayê ronî dike.

Kolanên Reqayê bi şev têne ronîkirin
Kolanên Reqayê bi şev têne ronîkirin
Kolanên Reqayê bi şev têne ronîkirin
Kolanên Reqayê bi şev têne ronîkirin
16 tebax, 2018   10:30

REQA

Tîma Destwerdanên Destpêkê dest bi danîna lembeyên ku li ser enerjiya rojê dixebitin, kir da ku bajar bi şev ronî bikin.

Heta niha lembe li kolana 23’yê Sibatê, Seyf El-Dewle û kolana Navenda Hikumetê ya ku kolana herî sereke li Reqayê ye, hatine danîn.

Endamê Tîma Destwerdanên Destpêkê endezyar Îsmaîl El-Şeîb got pêkanîna yekem projeyên wisa Ii Reqayê dikeve nava berhemên Meclisa Sivîl a Reqayê da ku xizmeta şêniyan bike. El-Şeîb destnîşan kir ku ew ê hemû kolanên sereke û yên ku qerebalix lê zêde ye, ronî bikin û paşê dê dest bi kolanên taxên din ên bajêr bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Reqayê kehrebe her tim qut dibû, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê navendên giştî yên ku kehrebeya xwe ji bendava Tebqayê digirt, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate teqandin û kabloyên kehrebeyê hatin dizîn. Şêniyên bajêr jî kehrebeya xwe ji jenetoran digirin.

Ji destpêka ku bajarê Reqayê di 20`ê Cotmehê de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hemû hêza xwe hewl dide jiyanê li bajêr vegerîne.

(bx/ew)

ANHA