'Doza jinan dozeke gerdûnî ye û pêdivî bi tevgereke têkoşîna jinên cîhanê heye'

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku bi sedan jinan canê xwe fedayî hevgirtina têkoşîna jinan û pêkanîna jiyaneke azad û birûmet kiriye. Îlham Ehmed pesnê têkoşîna Kongreya Star di xebatên birêxistinkirina jinên herêmên Bakurê Sûriyeyê de da.

'Doza jinan dozeke gerdûnî ye û pêdivî bi tevgereke têkoşîna jinên cîhanê heye'
16 tebax, 2018   10:27

QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed beşdarî çalakiyên konferansa heftemîn a Kongreya Star li salona Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bû. Îlham Ehmed di konferansê de axivî û pesnê rola Kongreya Star di tevgera têkoşîna jinan de da.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Bi sedan jinan canê xwe fedayî hevgirtina jinan û pêkanîna jiyana azad û birûmet kiriye. Jin hê jî têkoşîna xwe li qadên berxwedanê û siyasetê didomînin."

Îlham Ehmed diyar kir ku sîstema baviksalar bi hemû rêbazan hewl dide azadiya jinan têk bişikîne û têkoşîna jinan ber bi azadiyê ve asteng bike û wiha domand: "Kongreya Star rêxistineke jinan e û rola wê di têkoşîna jinan de li Sûriyeyê sereke ye. Ji bo azadiya jinên Kurd jî têkoşîneke mezin daye meşandin. Jinên Sûriyeyê karibûn kombûna xwe li ser asta giştî Sûriyeyê ava bikin û hevgirtina xwe xurt bikin. Rola Kongreya Star di rizgarkirina mêran de jî ji sîstema baviksalariyê jî berbiçav bû û jin dikarin civakê bi giştî rizgar bikin û paşverûtiyên civakî ku bi hezaran salan li ser jinan hatine ferzkirin bişikînin."

Îlham Ehmed di axaftina xwe de got ku doza jinan dozeke gerdûnî ye û ne tenê girêdayî neteweyekê yan komekê ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Pêdiviya doza jinan bi tevgereke pêşeng heye da ku pêşengiya têkoşîna jinan li ser asta cîhanê bikin. Beşdarbûna jinan di qadên berxwedanê de jî hişt ku bi roleke sereke rabin û dengê jinan li ser asta cîhanê bilind bikin. Her wiha bala gelek rêxistinên jinan ku serdana herêmên Bakurê Sûriyeyê kirine, kişandiye. Hemû gavên li vê cografyayê hatine avêtin bi saya xwîna şehîdên jin pêk hatine."

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû têkoşerên jin kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo azadiya "hevalê jinan Rêber Apo" tê bikoşin.

ANHA