Foza Yûsif: Kongreya neteweyî divê bi hêza jinan bê lidarxistin

Foza Yûsif anî ziman ku komploya ku li ser kurdan tê meşandin lîstokeke pir xeternak e û wiha got: “Dagirkeriya Tirkan li dijî hemû gelan e. Êrîşên li ser Qendîl û Efrînê  êrîşên li ser hemû gelan in.”

Foza Yûsif: Kongreya neteweyî divê bi hêza jinan bê lidarxistin
16 tebax, 2018   10:55

QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di 7’emîn kongreya Kongreya Star de axivî û got ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser hemû gelan e û wiha pê de çû: “Li dijî hemû êrîşên li ser Kurdistanê bi hêza jinan kongreya neteweyî pêwîst e were lidarxistin.”

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de xêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Dîroka jinan em bi hevre dinîvîsenin. Ev 7 salin şoreşa Rojava pêk hatiye. Di nava şoreşa Rojava de yekemîn jin pêşaroja xwe nîqaş dike û bîryar digre. Her wiha di hemû aliyan de jinê we bi rexistin dike. Di mile civakî û zanistiyê de xwe pêş dixe. Deskeftiyên şoreşa Rojava ye Kurdistanê jib o tevahî jinên cîhanê ye. Piştî hezar sala em li ser axa xwedavenda dimeşin û rihe axê zindî dikin. Jin li ser rûpêlên dîrokê bi tîpên zêrîn dibejê ez êdî heme. Teybet wan kêliyan de ji bo rexistina xwe geştir bike li vir kom bûne. Jinêk azad dikare di hemû qadan de cîh bigre, nasnameya xwe xwedî derkeve. Bi fikre Rebêr APO pêşengtiya jinê di hemû cîhanê de emê belav bikin.”

Em nahelin careke din jin werin fetisandin

Foza da zanîn ku Kongreya Star ji bo hemû jinên cîhanê mînak e û wiha got: “Çanda jinan zindî dike û hêza jinan derdixe hole. Jinên ku di nava Kongreya Star de cih girtin, kedeke mezin da. Pêşengiya şoreşa Rojava ya Kurdistanê jinan kir. Li dijî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê, hijmendiya baviksalar şerêkî mezin da meşandin. Em nahêlin careke din jin werin fetisandin û qetilkirin. Em bi felsefeya Rebêr Apo xwedî hêz in.”

Dagirkerî êdî ne hêza me, ne jî mafê me dê bin bixe

Foza got ku îrdadeya jinê tu dewletên dagirker qabûl nake û wiha berdewam kir: “Dewletên dagirker li dijî demokrasiye ne. Çaresêriya demokrasiyê destên jinê de ye. Em dibejin cihên ku demokrasî lê hebe desthilatdarî wê li wir tune be. Gelên li Sûriyê beriya şoreşa Rojava me bêdemokrasî dijî. Piştî ku şoreşa Rojava ye Kurdistanê pêk hat demokrasî kevirên xwe komî ser hev kir. Şoreşa Rojava ye Kurdistanê mafê jinê û mafê gelan re bû cihê mînak ê.  Em jî deriyekê nû li sefr sîstema demokratîk vedikin. Mafê jînê û hemû gelan di wî deride em ê biparêzin. Dagirkerî êdî ne hêza me ne jî mafê me wê bin bixe. Bi we sîstema ku em ava dikin derî pêşiya qegtlîama gel û jînê digirin. Em jin li Bakurê Suriyê bi zanabûna xwe siyasetên dagirkeriye bin bixin. Em xwe dûrî hemû hişmendiyên baviksalar bikin.”

Foza li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî wiha axivî: “Komploya ku li ser kurdan lîstokeke pir xeternak e. Dagirkeriya Tirkan li dijî hemû gelan e. Êrîşên li ser Qendîl, Efrînê  êrîşên li ser hemû gelan e. Em di wê demê de yekitiya Kurdan bi kongreya neteweyî û bi hêza jinê pêwîste li darbixin. Erka me wekî jin li hember hemû dagirkerî û hişmendiya zilaman sekinandine. Cihên ku lê koletî hebe li wir destdirejî li ser jinê heye. Emê destê xwe bidin hev û Suriyêke pêşarojê ava bikin. şoreşa ku Bakûrê Kurdistanê hat despê kirin li Rojava ye Kurdistanê geş li Rojhilata Navîn de jî mezin û  belav bikin.”  

Pêşeroja me pêşeroja jinan e

Her wiha hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kongreya Kongreya Star ji bo pêşarojê bibe wesileya ku gavên xurttir werin avetin. Êdî dawiya koletiyê hatiye. Pêşeroja me pêşaroja jinan e.”

ANHA