Çeteyên Tirkiyeyê ji bo talanê du dikan gulebaran kirin

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ji bo talanê dikaneke telefonan û buroyeke dovîzê yên li ser rêya Raco ya Efrînê gulebaran kirin. 

Çeteyên Tirkiyeyê ji bo talanê du dikan gulebaran kirin
16 tebax, 2018   10:19

EFRÎN 

Ji roja ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirine bi şûn de, welatiyên ku di Efrînê de mane her kêlî bi kiryarên dizî, talan, kuştin, îşkence, revandin, tecawiz, tacîz, şewitandina bax û baxçeyan re rû bi rû tên. Li gorî agahiyan çeteyên Tirkiyeyê ji bo talanê pêşî esnafên li ser rêya Raco tehdît kirin û piştre jî gulebaran kirin.

Çavkaniyeke ji herêmê ragihand ku duh di saetên sibehê de çeteyan dikandarên li ser rêya Raco bê hincet bi girtinê tehdît kirin û piştre jî dikaneke telefonan û buroyeke dovîzê (dan û standina pereyan) gulebaran kirin. Çavkanî anî ziman ku çeteyan ji van dikandarên ku gulebaran kirine pere xwestibûn û li ser vê yekê jî gulebaran kirine. Çavkanî da zanîn ku di gulebaranê de kesekî di buroya dovîzê de birîndar bûye.