Li Efrînê dagirker daran dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li geliyê Cerqa yê nêzî gundê Elemdar ê herêma Racoyê agir bi daran xistin. Her wiha dagirkeran careke din agir bi darên çiyayê Hawar xist.

Li Efrînê dagirker daran dişewitînin
Li Efrînê dagirker daran dişewitînin
16 tebax, 2018   10:02

EFRÎN

Çavkaniyên ji herêma Racoyê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi darên li çiyayê derdora geliyê Cerqa yê nêzî gundê Elemdar xist.

Her wiha artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê careke din agir bi darên çiyayê Hawar ê di navbera gundên Şên û Cîh ên herêma Racoyê de xist û agir firehiyeke mezin şewitand û gelek darên zeytûn, sendiyan û zarûr hatin şewitandin.

Çavkaniyekî din ji herêmê destnîşan kir ku li gundê Hobkê jî çeteyan agir bi darên zeytûnan xist û li gundê Kevirê Ker jî firehiyeke mezin hate şewitandin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh agir bi zeviyên gundê Xelîlaka xist û bi sedan darên zeytûnan şewitandin.

(bx/ew)

ANHA