Di nava 2 rojan de zêdetirî 20 welatî ji Efrînê hatin revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 5 welatiyên gundê Gurzêlê ya girêdayî navçeya Şêrawa revandin. Bi vê yekê hejmara kesên ku di nava 2 rojan de hatine herî kêm bû 20. Talankirina malên welatiyan ji aliyê çeteyan ve didome.

Di nava 2 rojan de zêdetirî 20 welatî ji Efrînê hatin revandin
16 tebax, 2018   08:57

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji gundê Gurzêlê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin 5 welatiyên ji gund di navê de kalepîrek revandin.

Li gorî çavkanî navê kesên ku hatine revandin wiha ne: Egîd Abdullrehaman (25), Ehmed Yûsif Abdullrehman (28), Cemal Olo (23), Nûrî Mihemed Abdullrehman (44) û kalepîrê bi navê Yûsif Abdullrehman (68). Çete ji bo berdana wan pereyan dixwazin.

Çavkanî tekez kir ku kesên ku hatine revandin, hatin îşkencekirin û a paşê ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

Her wiha çavkanî got ku çeteyan 3 motorsîklet ji gund dizîn.

Hejmara kesên ku ji duh ve hatin revandin, bû 20 ku di nav de 16 welatî ji gundê Qestel Kişik ê navçeya Şera ne, 2 ji Raco ne û hejmarek ji kesên ku dixwestin li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandenekê li taxa El-Mehmûdiyê li dar bixin.

Hejmara alavên ku ji Efrînê hatine dizîn bû nêzî 300 traktor, zêdetirî 218 erebe û her wiha bi hezaran motorsîklêt.

(bx)

ANHA