Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû

Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bûye.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû
16 tebax, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Civaka Êzidî li ser bomberdûmana doh êvarê ya li Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bûye.

Daxuyaniya koordînasyonê ya li ser mijarê wiha ye: "15'ê Tebaxa 2018'an, Endamê Kordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16'an bi êrîşek hewayî ya dagirkeran di encama sûîqestê de şehîd bû."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, li ser mijarê wê îro danê êvarê saet 18'an daxuyaniyeke berfireh were dayin.