'Em bi danûstandina Sûrî-Sûrî re ne'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê Ebas Mistefa got ku danûstandina Sûrî-Sûrî tekane rêya çareseriya ji bo bidawîbûna aloziya Sûriyeyê ye. Mistefa her wiha pêwîstiya beşdarbûna hemû aliyên siyasî yên Kurd ji diyalogê re tekez kir.

'Em bi danûstandina Sûrî-Sûrî re ne'
16 tebax, 2018   06:19

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê Ebas Mistefa, diyar kir ku wan di destpêkê de jî ji bo ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe rêyên diyalogê esas girtine.

Têkildarî mijara hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di diyaloga Sûrî-Sûrî de ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêjîme re Ebas wiha got: "Ji destpêka aloziyê ve nêrîna me ji tevahiya pirsgirêka Sûriyeyê re yek bû. Me ji bo parastina welat, bêyî kuştin û talankirinê û her wiha ji bo parastina welat banga têgihaştinê dikir. Lê mudaxeleyên derve bûn sedema gihaştina vê rewşê. Diviyabû çareserî bi rêya diyalogê di navbera gelên Sûriyeyê û rêjîmê de ba. Lê tersî wê rewş ber bi şer, kuştin û talankirinê ve çû.

Danûstandina Sûrî-Sûrî çareseriya tekane ye

Mistefa diyar kir ku di vê demê de û bi taybet di encama mudaxeleyên navdewletî û herêmî de rewşên nû li ser asta Sûriyeyê derketin û wiha pê de çû: "Çareseriya leşkerî ne guncaw bû û tu çareseriyên aştiyane bi encam nebûn. Ya herî girîng em ji vê aloziyê bi kêm ziyanan derkevin. Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê em ji bo her danûstandineke di kîjan astan dibe bila bibe, amade ne. Me wek gelên Sûriyeyê ji vê aloziyê gelek êş kişandine. Em bawer dikin ku çareseriya siyasî tekane rêya çareseriyê ye ji bo ku şer û alozî bi dawî bibe."

Mistefa girîngiya danûstandina bi rêjîma Sûriyeyê re destnîşan kir û di vê derbarê de wiha got: "Bûyer gihaştin astekê ku ji bilî çaraseriya siyasî, tu çareserî nabe. Partiya me rexmî gelek rexneyan, partiyên yekem ên ku bi rêjîmê re danûstandin û hevdîtin pêk aniye. Rêjîma Sûriyeyê heye û li Şamê ye û divê em bi wê re danûstandinê bikin."

Divê Efrîn li gelê xwe vegere

Mistefa pesnê rewşa aramî û ewlehiya li herêmên Bakurê Sûriyeyê da û wiha got: "Herêmên me hîna jî ewle ne. Sedemên vê ewlehiyê çi dibin bila bibin, em spasiya hemû kesên ku ji bo domandina ewlehiya herêmê xem xwarine dikin."

Her wiha Mistefa got ku pêwîst e dagirkeriya Tirk ji Efrînê rabe û ev tişt anîn ziman: "Divê li Efrînê serweriya gelê Efrînê hebe. Tu mafên dewleta Tirk nîn in ku Efrînê di bin dagirkeriya xwe de bigire. Pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêka gel û rêjîmê ne. Divê vegera Efrînê wek parçeyek ji xaka Sûriyeyê di hemû danûstandinan de cih bigire."

Mistefa girîngiya yekgirtina raya kurdî di danûstandinên li gel rêjîmê de destnîşan kir û wiha got: "Tu alî nikarin mafê gelê kurd bidin. Divê danûstandin di navbera aliyên kurdî de li Sûriyeyê pêk werin û em armancên xwe bikin yek. Yekgirtina refa kurdî helwestên me û destê me di diyalogê de xurt dike."

Di dawiyê de Ebas Mistefa girîngiya beşdarbûna hemû tevgerên siyasî di danûstandinan de tekez kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nûnera rewa ya gelê Kurd tevgera wî ya siyasî ye. Divê hemû aliyên kurdî beşdarî danûstandinan bibin. Em wek Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, çi ji destê me hat me kir. Em ne li dijî tu aliyek di diyalogê de ne. Lê em girîngiyê didin yekgirtina refa kurdî."

(şx)

ANHA