Gelê Suryan: Tirkiye dixwaze me ji Ocalan dûr bixe

Suryaniyên Tirbespiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide wan ji Rêberê neteweya demokrat Abdullah Ocalan dûr bixe. Lê welatiyên Suryan tekez kir ku Tirkiye di hewldanên xwe de bi ser nakeve, ji ber ku gelan fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û di pratîkê de pêk tînin.

Gelê Suryan: Tirkiye dixwaze me ji Ocalan dûr bixe
16 tebax, 2018   06:31

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Dewleta Tirk zêdetirî du salan e tecrîdeke pergalî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Her wiha hevdîtinên parêzer û malbata Ocalan bi wî re qedexe dike û hemû qanûn û peymanên navdewletî paşguh dike.

Welatiyên Suryan li navçeya Tirbespiyê kiryar û binpêkirirnên dewleta Tirk der heqê Ocalan û tecrîdê de tawanbar kirin û piştgiriya xwe bi Ocalan re diyar kirin û wiha got: “Wî rêya azadiya gelên herêmê ronî kiriye."

Welatiyê Suryan ji navçeya Tirbespiyê bi navê Corc Yûsêf wiha axivî: "Em wek gelê Suryan desthilatên ku her rêberek yan jî kesek azadiya gelê xwe xwestiye û fikr û nêrînên wî çi Kurd, Ereb, Çerkez an jî Suryan girtine şermezar dikin.” Her wiha Yûsêf destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina fikrên Ocalan, di sala 1999'an ew bi komployeke navdewletî girt.

Tirkiye armanc dike ku nasname û çanda gelê Kurd qir bike

Yûsêf diyar kir ku dewleta Tirk ji serdema Împaratoriya Osmanî ve, li dijî gelên azadîxwaz gelek komkujî û teror pêk aniye. Her wiha Yûsêf bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk der heqê gelê Suryan de pêk anîne û xuya kir ku dewleta Tirk wan komkujiyan der heqê gelê Kurd li Efrînê dubare dike.

Her wiha Corc Yûsêf tekez kir ku gelên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, ol û çînên xwe fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh û wiha pê de çû: "Rêber ne tenê banga azadiya gelê Kurd, lê belê banga azadiya hemû gelê bindest kiriye."

Di dawiyê de Yûsêf bal kişand ser jiyana hevpar a gelên Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Îro bi saya fikra Ocalan em bi hev re dijîn. Lê dewleta Tirk bi qedexekirina hevdîtinan bi Rêber Ocalan re hewl dide me ji fikr û felsefeya wî dûr bixe."

Silavên me ji keda hemû têkoşeran re hene

Ji aliyê xwe ve welatiya ji pêkhateya Suryan ji navçeya Tirbespiyê bi navê Sûad Milko jî wiha axivî: "Em wek gelê Suryan keda her têkoşerekî ku ji bo gel, welat û zimanê xwe dûrî netewperwerî û nîjadê têkoşiyaye, ji bîr nakin. Rêber Ocalan yek ji wan têkoşeran e. Ji bo gel û hemû gelên bindest û ji bo gel bigihînin azadiya xwe, tê koşiya."

Di dawiyê de Sûad Milko girtina Ocalan û kirinên dewleta Tirk wek sûcek der heqê mirovahahiyê de pênase kir û wiha pê de çû: "Mafê her girtiyekî ye parêzer, malbat û xizmên wî serlêdana wî bikin û di bin çavdêriya bijîşkan de bin. Lê dewleta Tirk, Rêber Ocalan ji van mafan bê par hiştiye."

(şx)

ANHA