ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2018
16 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê derbarê geşedanên dawî li herêmê daxuyaniyhekê dide. (BI WÊNE)

- Suryaniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide wan ji fikirê Ocalan dûr bixe û tekez kirin ku Tirkiye di hewldanên xwe de biser nakeve, ji ber ku gelan fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û di pratîkê de pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roj bi roj hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyê girêdayî wê li Efrîn zêde dibe. Şêniyên Efrînê nema dikarin vê rewşê tehemûl bikin û ji ber wê ji Efrîn direvin û berê xwe didin Şehbayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Siyasetên qirêj ku hin alî di Sûriyeyê de didin meşandin hêjî berdewam in ku li ser nakokiyan dilîzin da ku desthilatdarî û berjewendiya xwe li ser hesabê pêkhateyên Sûriyeyê ferz bikin. Vê carê berê wan li Siwêda û pêkhateya Durzî ye. Van aliyan nexwestin ku ev parêzgeh li derveyî şerê xwîndar bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hejmarek ji rûspiyên êlên Ereban diyar kirin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê gelek destkeftiyên dîrokî n bi dest xistiye. Rûspiyên êlên Ereban bi hêvî ne ku ev tecrûbe li herêmên din ên Sûriyeyê bi cih were, ji ber ku ew xelasiya aloziya Sûryeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmendar û Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn Mustefa Bakoz diyar kir ku Tirkiyê dê neçar bimîne ji Idlib û Efrînê vekişe û got, "Şerê li Sûriyeyê wê li Idlibê bi dawî bibe û pê re dê pêvajoyeke çareseriya siyasî dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû a kurd li Sûriyeyê Ebas Mistefa got ku danûstandina Sûrî-Sûrî çareseriya tekane ji bo bidawîbûna alaoziya Sûriyeyê ye. her wiha pêwîstiya beşdarbûna hemû aliyên siyasî yên Kurd ji diyalogê re tekez kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Kongreya Star, kongreya xwe ya 7`emîn li bajaroka Rimêlan a girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo lidar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Cîgirê Fermandariya Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan (Ebû Erac) destnîşan kir ku li  parêzgeha Idlibê rewşeke tevlihev heye, bi taybet piştî ku komên çete ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê di encamên îtîfaqaên Tirkiyê û Rûsyaye de li wir hatin komkirin. Ebû Erac her wiha got, "Ez texmîn dikim ku rêjîmê dê êrîşên xwe yên hawayî li demeke dirêj li Idlibê pêk bîne heya herêm biwestîne û hejmarek mezin ji sivîln derxîne, beriya ku dest bi şerê bejayê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Saziya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê bi armanca pêxşxistin afrînerên zarokan çalakiyê perwerdeyê da destpê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundê Ziyara yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê di dema ku êrîş li bajarê Efrînê dihat kirin bû spartgha bi hezaran şêniyan, her wiha wekî deriyekî aktîv dihat naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê ji Şaredariya Gel a bajêr xwestin ku daran di nav parkên ku nêzî malan de biçînin. Ji aliyê xwe ve şaredarî tekez kir ku ew ji bo bicihanîna daxwaza şêniyan dê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA