Malbaêtn Şehîdan: Em ê xeta şehîdan berdam bikin ta Efrînê rizgar bikin

Malbatên şehîdên herêma Efrînê tekez kirin ku têkoşîna wan berdewam e heya Efrînê rizgar bibe û gotin ku ew ê xeta şehîdan bidomînin.

Malbaêtn Şehîdan: Em ê xeta şehîdan berdam bikin ta Efrînê rizgar bikin
15 tebax, 2018   20:38

BASIL REŞÎD – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dêyik, hevjîn û bavên şehîdan ên ku beşdarî 6‘emîn Konferansa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bibûn derbarê girîngiya konferansê ji ajansa me re axivîn.

Hevjîna şehîd Îbrahîm Wefa Hisên: Di şert û mercên herî zehmet de me li ber xwe da. Me ji cîhanê re îsbat dikin ku komployên li ser Efrînê wê neghêjin serî. Em soza didin şehîdan ku em xeta wan berdewam bikin ta armancên wan pêk bînin û welat ji terorê rizgar bikin.

Dayika şehîd Sîpan Remziya Hesen: Têkoşîna me ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e. Em ê Efrînê rizgar bikin. Dijmin demografiya welatê me diguherin, em ê li hemberî van polîtîkeyên wan nesekinin.

Bavê şehîd Masûm, Receb Xelîl Mustefa: Em xwest bi vê konferansê peyamê bidin dijmin ku em wekî malbatên şehîdan û gelê Efrînê hene  û li her deverê yek. Xaka bi xwîna şehîdan hatiye avdan em tu carî bernadin.

(bb)

ANHA