Şêniyên Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi dirûşmeya "15‘ê Tebaxê şoreşa vejînê ye" meşeke girseyê hate lidarxistin.

Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
Şêniyên Hesekê
15 tebax, 2018   20:21

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, bi wesîleya salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê û bi pêşengtiya TEV-DEM û Kongreya Star meşeke girseyê hate lidarxistin.

Bi hezaran kes ji herêmên kantona Hesekê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de ku ji çerxeriya Sînalko dest pê kir de, pankartên "Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe bi azadî jiyan bikin, bi rihê 15‘ê Tebaxê em ê azadiyê Rêberê Apo mîsoger bikin û Rêber Apo Rêberê mirovahiyê ye" vekiribûn  ber bi qada Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiya. Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina 15‘ê Tebaxê û azadiya Ocalan hatin berizkirin.

Li qada Şehîd Serhed cangoriyên azadiyê hatin bîranîna. Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û ev tişt anî ziman, "Guleya yekemî a ku fermandar Egît li hemberî faşîzmeya dewleta Tirk berda bû, bû bingeha avakirina tevgereke şoreşgerî ku gelê Kurd ji qirkirinan biparêze. 15‘ê Tebaxê bû mîraseya hemû gelên Rojhilata Navîn. Bi rihê vê pêngavê em Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji dagirkran rizgar bikin."

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen jî salvegera 15‘ê Tebaxê pîroz kir û got ku pêngava şerê çekdarî gelê Kurd ji tunedkirin û înkarkirina nasnmeyê rizgar kir û hewl dide ku civakeke demokratîk û azad bi afirîne.

Piştî axfatinan govend li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA