Li Sûdanê keştî noqî avê bû: 22 xwendekar û jinek xeniqîn

Li wîlayeta Çemê Nîl a Sûdanê keştiyek noqî avê bû û di encamê de 22 zarok û jinek xeniqîn.

Li Sûdanê keştî noqî avê bû: 22 xwendekar û jinek xeniqîn
15 tebax, 2018   12:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sona ya Sûdanê destnîşan kir ku li herêma El-Kenîsa ya yekîneya rêveberiya Bekbena keştiyek dema ku zarok ber bi dibistanên Kebne yên sereke ve dibirin, noqî avê bû û di encamê de 22 xwendekar û jinek xeniqîn.

Her wiha hate diyarkirin ku di keştiyê de zêdetirî 40 xwendekar hebûn. Heta niha cenazeyên gelekan nehatine dîtin. Hêzên Parastina Sivîl ên wîlayetê û yên herêma Ebû Hemed berê xwe da cihê bûyerê da ku li wê derê lêkolînê bikin.

Li gorî Sonayê ji ber dînemoya keştiyê di nava ava Nîlê de sekiniye, keştî noqî avê bûye.

(bx)