Li Kerkûkê teqîn

Li Kerkûkê bombek bi wesayitekê ve teqiya, karmendekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li Kerkûkê teqîn
15 tebax, 2018   12:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre serçaveyek ewlehiyê yê polîsên Kerkûkê, îro li Taa Hey Wastî Nawçey Dûr Seke ya bajarê Kerkûkê bombek bi wasayita karmendekî ve teqiya. Di encamê de karmend jiyana xwe ji dest da û kes din ê di wesayitê de bû birîndar bû.

Kesê hatî kuştin navê wî Xezir Omer e û sala 1977’ê ji dayik bûye. Li gor gotinên serçave, li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.