Gerîlayan li Bakur û Başûrê Kurdistanê li artêşa dagirker xist

Gerîlayên HPG-YJA Starê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Sêrtê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Herî kêm 6 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan li Bakur û Başûrê Kurdistanê li artêşa dagirker xist
15 tebax, 2018   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

13'ê Tebaxê saet 18:20'î li herêma Barzanê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker ku li qada Tepê Xwedê bû, çalakiyek hate lidarxistin. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin û di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

Hêzên me yên YJA Starê êvara heman rojê saet 20:40'î, li dijî konvoya wesayitên leşkerî ya artêşa TC a dagirker ku ji Colemêrgê diçû navçeya Geverê li nêzî gundê Şêmaşê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de gule li hemû wesayitên di konvoyê de hatin reşandin, derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî hate xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

14'ê Tebaxê saet 12'an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Şehîd Mûnzûr ê li Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Heman rojê saet 12:50'î, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 14'ê Tebaxê saet 14'an li artêşa Tirk a li ser girê Şehîd Canxurt ê li herêma Herekolê ya Sêrtê xistin. Ji du baskan ve derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin."