Hezar û 600 cerên gazê li rojhilatê Dêrazorê hatin belavkirin

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde li gundê El-Sewa yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê hezar û 600 cerên gaze li şêniyan belav kirin.

Hezar û 600 cerên gazê li rojhilatê Dêrazorê hatin belavkirin
Hezar û 600 cerên gazê li rojhilatê Dêrazorê hatin belavkirin
15 tebax, 2018   08:26

DÊRAZOR

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde piştî ku cerên gazê ji Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê wergirtin, li şêniyên gundê El-Sewa bi nirxê du hezar û 800 lîreyên sûrî belav kirin.

Berpirsê belavkirinê û hevserokê Meclisa Gundê El-Sewa got ku ev cara sêyemîn e ew cerên gazê li şêniyên vî gundî belav dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li dikanan buhayê her cerekî gazê di navbera 4 hezar heta 5 hezar lîreyan de diguhere.

(kc)

ANHA