Gerînendetiya Çandiniyê kar û xebatên xwe yên salekê dinirxîne

Li bajarê Tebqayê li navenda Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Tebqayê hevdîtnek hate lidarxistin. Di hevdîtinê de kar û xebatên Gerînendetiya Çandiniyê yên salekê hatin nirxandin.

Gerînendetiya Çandiniyê kar û xebatên xwe yên salekê dinirxîne
Gerînendetiya Çandiniyê kar û xebatên xwe yên salekê dinirxîne
Gerînendetiya Çandiniyê kar û xebatên xwe yên salekê dinirxîne
Gerînendetiya Çandiniyê kar û xebatên xwe yên salekê dinirxîne
15 tebax, 2018   08:48

TEBQA

Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi dirûşma "Dest bi dest em ê aboriya Sûriyeya demokratîk ava bikin" hevdîtinek li ser asta Sûriyeyê li dar xist. Di hevdîtinê de kar û xebatên gerînendetiyê yê nsalekê hatin nirxandin.

Hevdîtin li hola civînan a navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hate lidarxistin. Hevserokên Komîteya Aborî, hevserokên Gerînendetiya Çandiniyê, hevserokên Meclisa Sivîl a Tebqayê, hevserokên Şaredariya Gel a Tebqayê, hevserokên Gerînendetiya Kehrebeyê, nûnerên komîteyên çandiniyê yên bajarokê Elm-Mensûra, El-Cerniyê û hejmarek ji cotkaran tev li hevdîtinê bûn.

Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed El-Silêman di hevdîtinê de axivî. Paşê dîmenên projeyên ku di nava salekê de ji aliyê gerînendetiyê û komîteyên wê ve li ser asta Tebqa û gundwarên wê hatine pêkanîn, hatin pêşkêşkirin.

Ehmed El-Silêman di axaftina xwe de li ser rola şervanên QSD`ê yên ku aştî û serkeftinê ava dikin, yên bûne sembolên azadî û berxwedanê, axivî. Silêman got bi saya şervanan ew gihane vê pêvajoya hesas û di hemû aliyan de gelek pêşxistin bi dest xistin. Paşê sînevîzyon li ser kar û xebatên salekê ku ji aliyê gerînendetiyê ve hatine kirin, hate pêşkêşkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku beşeke mezin ji stasyonên çandiniyê li gundê El-Siwêdiyê û El-Yemame hatiye sererastkirin, stêreke mazotê ya mezin hate amadekirin, kanalên avdanê û şopandina wan jî hate peydakirin, madeyên sotemenî di demsalên çandiniyê û semadê de ji cotkaran re werin peydakirin.

Ji aliyê xwe ve Beşa Ekolojî û Hawîrdorê amadekariyên vekirina meştela El-Kerîn û navenda El-Tiwêhîniyê dikin.

(bx/ew)

ANHA