Fikrên Ocalan biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê xurt kir‘‘

Welatiyên kantona Qamişlo encamên baweriya gelên herêmê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destnîşan kirin û wiha got: "Bi saya fikra Ocalan biratiya gelan di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan de xurt bû. Têkiliyên di navbera wan de dan rûniştandin. Bi saya felsefeya wî, jinan azadiya xwe bi dest xist û bi rola xwe ya aktîf di hemû waran de rabûn."

Fikrên Ocalan biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê xurt kir‘‘
15 tebax, 2018   06:53

KELSÛME ELÎ - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Welatiyên kantona Qamişlo binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tawanbar kirin. Her wiha xuya kirin ku dagirkera Tirk dijminahiyê bi gelê Kurd ji salên dirêj ve dike û hemû ol, bawerî û rêberên wê hedef digire.

Welatiyê bi navê Ibrahîm Gulo li ser binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk gelê kurd li her derê bi rêya kuştîn, girtin, îşkencekirin û dagirkirina xaka wî bi dijminahî hedef digire

Her wiha Ibrahîm Gulo destnîşan kir ku Tirkiye bi komploya navdewletî ya di şexsê Ocalan de, gelê Kurd hedef girt. Lê tersî wê gel bi Ocalan her çû hatin girêdan û komplo vala derxistin. Ocalan zindana Imralî ji zindanekî tarî veguherand cihekî ji bo belavkirina fikra demokratîk û felsefeya jiyana azad.

Gulo di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku fikrên Ocalan di dilê hemû kurdan de hatiye çandin û gelê bi demokrasiyê û azadiyê bawer in. ji ber wê dewleta tirk girtekên xwe der heqê Ocalan zêde kir û tecrîdek ji zêdetirî du saln li ser wî ferz kir.

Îbrahîm Gulo bal kişand ku gelên Bakurê Sûriyeyê xwedî li felsefeya Ocalan derketine û wiha got:" Gel gelek destkeftiyên mezin li ser hemû astan de bi dest xistiye. Di serî de, qewirandina DAIŞ'ê ji herêmê. Gelên herêmên bi yekrêzî di çeperekê de li dijî DAIŞ'ê şer kir."

Her wiha Gulo wiha domand: "Gelên Bakurê Sûriyeyê bingeha têkoşîna xwe ji ramanê Ocalan digirin ji ber wê îro li ser xaka me biratiya gelan di nav bera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hate afirandin."

Ibrahîn Gulo girêdana xwe bi fikrên Ocalan anî ziman û got: "Ji ber bêdengiya cîhanê li hember Ocalan de em ji hemû cîhanê re dibêjin me rêya fikir û felsefeya Ocalan pejirandiye û em bi azadî û biratiya gelan li ser xaka xwe dijîn. Em li hember dagirkeran ki ber xwe didin. Em ê heta pûçkirina planên Tirkiyeyê û kirinên wê der heqê Ocalan de tê bikoşin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê ji pêkhateya ereb bi navê Mihemed Tala wiha got: "Em binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de şermezar dikin û daxwaza azadiya wî dikin.”

Her wiha Tala destnîşan kir ku encamên ku gelê Bakurê Sûriyeyê fikir û felsefeya Ocalan ji xwe re bingeh girtine vegot û wiha got:"bi saya fikirên Ocalan biratiya gelan di navbera hemû gelên Ereb, Kurd û Suryan de xurt bûye û bi saya felsefeya wî jinan azadiya xwe bi dest xist û rola xwe ya aktîf di hemû waran de lîst." Di dawiyê de Tala ev pirs kir:" Çima ew qas dijminahî bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re tê kirin, ew tenê azadiya hemû gelan dixwaze?" 

(şx)

ANHA