Şêniyên Eyn Îsa ji bo ku malên xwe ji nû ve ava bikin seferber bûne

Şêniyên navçeya Eyn Îsa piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, êdî xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin û ji bo jinûveavakirina malên xwe, ketine nava seferberiyê. Di vê çarçoveyê de jî bi dehan kargehên blokan li navçeyê hatine vekirin.

15 tebax, 2018   06:45

HÊVÎDAR HERANÎ / GIRÊ SPÎ

Eyn Îsa yek ji navçeyên girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê ye. Di navçeyê de, bi sedan salan e gelê Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Eyn Îsa jî di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê dagirkirin. Şêniyên wê ji ber kiryarên hovane yên çeteyan, neçar man ku ji Eyn Îsa derkevin û xwe bispêrin herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku piraniya şêniyên Eyn Îsa ji malên xwe derketin û bi taybet gelê Kurd, gelek malên sivîlan wêran kirin, paşê rûxandin. Di heman demê de, çeteyan gelek mal jî wekî baregeh ji xwe re bi kar anîn.

Rizgarkirina Eyn Îsa

Di çarçoveya Pêngava Fermandar Şehîd Rûbar Qamişlo de, piştî du salan ji dagirkirinê, şervanên YPG û YPJ`ê navçeya Eyn Îsa di Hezîrana 2015`an de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Piştî rizgarkirinê, êdî şêniyên navçeyê pêl bi pêl vegeriyan warê xwe û veger hîn didome. Şêniyan bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Girê Spî dest bi avakirina saziyên xwe yên xizmetguzarî û ewlehiyê kirin. Bi vê yekê re, êdî Eyn Îsa bû yek ji herêmên ewle yên Bakurê Sûriyeyê û xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibe.

Ji bo avakirinê gel di nava seferberiyê de ye

Çeteyên DAIŞ`ê gelek malên sivîlan li Eyn Îsa teqandibûn û di heman demê de, ji ber şerê li Eyn Îsa hatiye kirin, gelek mal hatin rûxandin.

Şêniyên ku her roj  vedigerin malên xwe, ji bo jinûveavakirina xaniyên xwe yên xerabûyî, ketine nava seferberiyê. Di vê çaroveyê de, bi dehan kargehên blokan li navçeya Eyn Îsa hatine vekirin û şev û bi roj kar dikin.

Yek ji taxên herî zêde ku niha tevgera avakirinê lê heye, taxa Xerbî ye. Welatiyên ku xaniyên xwe ji nû ve ava dikin, çîmento û hesin ji bajarê Minbicê tînin, her wiha gelek caran blokan jî ji wir tînin, ji ber kargehên li navçeya Eyn Îsa pê re nagihîjin.

Der barê vê mijara de, welatiyê bi navê Ismaîl Mihemed Zêdo ku ew jî xaniyê xwe ji nû ve ava dike, da zanîn ku piştî rizgarkirina Eyn Îsa û vegera ewlehiyê li navçeyê, wan dest bi jinûveavakirina xaniyên xwe kiriye.

Mihemed Zêdo di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku derfetên kar jî li navçeyê zêde bûne û wiha pê de çû: ʺAxa welat ji sed welatên din şirîntir e.ʺ

(kc)

ANHA