Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike

Komîteya Xizmetguzarî ya Şaredariya Gel a Reqayê piştî kolana Deriyê Bexdadê qîr kir, niha dest bi qîrkirina kolana ji Çerxerêya El-Berazî kir da ku bigihîje Çerxerêya El-Dele.

Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike
Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike
Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike
Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike
Şaredariya Reqayê vê carê kolana Çerxerêya El-Berazî qîr dike
15 tebax, 2018   07:17

REQA

Xebatên qîrkirina rêyên sereke û yên biçûk li bajarê Reqayê bi hemû leza xwe dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Xizmetguzarî ya Şaredariya Gel a Reqayê piştî kolana Deriyê Bexdadê qîr kir, niha dest bi qîrkirina kolana ji Çerxerêya El-Berazî heta Çerxerêya El-Dele kir.

Endezyar Mihemed Elî ku li ser xebatên projeya qîrkirina rêyan disekine, got ku ji bo ew barê sivîlan sivik bikin, wan dest bi qîrkirina rêya ji Çerxerêya El-Berazî heta Çerxrêya El-Dele kir û ew ê xebatên xwe heta qîrkirina hemû kolanan dewam bikin.

(kc)

ANHA