Bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî parast

Tirkiye Dawûd ji şêniyên Amûdê ye. Hunera dirûtina cil û bergên kurdî ji diya xwe fêr bûye. Bi vê pîşeyê debara xwe û ya malbatê xwe pêk tîne. Her wiha Tirkiye bi rêya pîşeya xwe dixwaze reseniya cil û bergên kurdî biparêze.

Bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî parast
Bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî parast
Bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî parast
Bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî parast
15 tebax, 2018   06:27

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Tirkiye Dawûd ji şêniyên Amûdê ye û 62 salî ye. Di warê birîn û dirûtina cil û bergên kurdî yên gelêrî de dixebite. Tirkiye dixwaze bi rêya pîşeya xwe reseniya cil û bergên kurdî biparêze.

Tirkiye beriya 48 salan dema ku 14 salî bû, ji ber ku rewşa malbatê ya madî ne baş bû, ji dayika xwe fêrî vî karî bûye û alîkariya malbata xwe kiriye.Piştî zewacê Tirkiye pîşeya xwe dewam kiriye û ji xwe re makîneyek dirûtinê kiriye.

Tirkiye di karê xwe de jêhatî bûye û karîbûye her 6 zarokên xwe fêrî xwendinê bike û niha hemû ji zanîngehan derçûne.

Di encama berdewamkirina karê xwe de Tirkiye tecrubeyek berfireh di vê qadê de bi dest xistiye. Niha hemû cureyên kirasên jinên kurd ên gelêrî dibire û şelwarên mêran jî didirû.

Li ser belavbûna diyardeya lixwekirina cil û bergên kurdî Tirkiye wiha got: "Di Newrozê de jinan cilên gelêrî li xwe dikirin, lê niha piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê di 2012'an de jinên herêmê di hemû boneyan de cilên gelêrî li xwe dikin."

Tirkiye di pîşeya xwe gelek cureyên caw bi kar tîne. Berê her parçeyek (kirasek) heta temam biba nîv saet li ber xwe dida, lê niha ji ber Tirkiye ji ber temenê wê yê mezin, 4-5 saetan dirêj dike ta karibe kirasekê derxe.

(şx/ew)

ANHA