Sîstema ewlehiyê ya Minbicê

Di nava şer û aloziya ku ev 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike de, Minbic û gundewarên wê niha yek ji herêmên herî ewle û parastî ne ku ev yek bi ked û xebata hêzên ewlekariyê pêk tê.

Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
Sîstema ewlehiyê ya Minbicê
14 tebax, 2018   06:38

CUMA MIHEMED - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Beriya 2 salan li Minbicê ne aramî serdest bû, civak jî ne ewle bû, her wiha hemû qadên din ên jiyanê hatibûn wêrankirin, lê îro Minbic ne ya berî 2 salan e.

Roja 12`ê Tebaxa 2016`an bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, êdî Minbic ji nava tarîtiya DAIŞ`ê derket û ber bi rojên ronî ve bi pêş ket.

Di roja me ya îro de ku di ser rizgarkirina Minbicê re 2 sal derbas bûn, dikare bê gotin ku Minbic di rojên xwe yên herî xweş de dijî, niha Minbic bajarekî ewle ye û di hemû hêlên din ên jiyanê de jî rojane pêşketin çêdibin.

Welatiyên Minbicê dibêjin ku bajar û gundewarên wê bi saya hêzên ewlekariyê di rewşeke aram û ewle de dijîn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser daxwaza gelê herêmê hemleyeke leşkerî da destpêkirin û herêm rizgar kir, ji wê çaxê bi şûn de ev hêz sînorên herêmê diparêze. Di nava du salên derbasbûyî de hêzên meclisê li dijî hemû êrîşên çeteyan li ber xwe da û ev êrîşên ku hewl didan ewlehiya herêmê xerab bikin, têk birin.

4 focên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hene, bi sedan şervan di nava van focan de cih digirin, her wiha tûgayek jî heye û niha amadekarî ji bo avakirina tûgayeke nû jî tê kirin.

Fermandarê giştî yê meclisê Mihemed Ebû Adil diyar ku di dema rizgarkirina Minbicê de hejmara şervanên wan hindik bû, paşê bi sedan şervan tev lê bûn û niha hejmara wan bûye bi hezaran.

Ebû Adil diyar kir ku armanca hêzên wan parastina sînorên Minbicê yên başûr û rojava ye, ewlehiya hundir jî dikeva ser milê hêzên ewlehiya hundirîn.

Ji bo perwerdekirina van hêzan 3 akademiyên leşkerî hatine vekirin, hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî alîkariyê didin van akademiyan.

Ebû Adil da zanîn ku hêzên wan di dema şerên Kobanê, Reqa û Dêrazorê de jî gelek tecrubeyên leşkerî girtine, her wiha tekez kir ku hêzên wan dê li dijî hemû êrîşên derve şer bikin.

Hêzên ewlehiya hundirîn

Di pêvajoya hemleya rizgarkirina Minbicê de, erkên ewlehiya herêmên rizgarkirî ketibû ser milê Asayîşa Rojava, lê piştî bajarê Minbicê hate rizgarkirin êdî derfet çêbû li Minbicê hêzên ewlehiya hundirîn çêbin û welatiyên herêmê bi xwe beşdarî vê hêzê bibin.

Di meha Adarê ya sala 2017`an de Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Minbicê hate avakirin û bi sedan welatiyên herêmê cihê xwe di nava vê hêzê de girt, paşê ev hêz li tax û gundên Minbicê belav bû û ji bo parastina welatiyan bendên xwe yên kontrolê danîn.

Girêdayî hêzên ewlehiya hundirîn, hêzên hawarê û yên trafîkê jî hatine avakirin, endamên van hêzan li akademiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn têne perwerdekirin.

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Hundirîn Henan Mihemed Elelî diyar kir erkê Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina welatiyên herêmê û pêkanîna aramiyê ye.

Mihemed Elelî her wiha da zanîn ku rewşa bajêr niha aram e, şandeyên ji derve ku serdana bajêr kirin ev tişt anîn ziman, her wiha her ku diçe gelek welatî ji herêmên Bakurê Sûriyeyê têne Minbicê, hejmara welatiyên bajêr zêde bide, ev jî nîşana aramî û ewlehiyê ye.

Hêzên Xweparastinê

Ev hêz di meha Mijdara sala 2017`an de li gorî zagon û biryara Meclisa Zagonsaz, hate avakirin, jixwe ev hêz ji ciwanên Minbicê yên di temenê erka xwepastinê de ne,  pêk tê. Li gorî zagonê hemû ciwanên temenê wan di navbera 18 û 30 saliyê de pêwîst e erka xwe ya parastinê pêk bînin, dema erka xweparastinê jî 9 meh e.

Hêzên xweparastinê cihên leşkerî diparêzin, her wiha li kêleka meclisa leşkerî jî sînorên herêmê diparêzin.

Heta niha hêzên Erka Xweparastinê 3 dewreyên perwerdeyê li dar xistine, ji bo dewreya 4`emîn jî amadekarî têne kirin.

Hevseroka Komîteya Xweparstinê Nofa Silêman da zanîn ku hêzên wan ewlehî û aramiya Minbicê diparêzin û tekez kir ku dê rê nedin ku tu hêz nêzîkî Minbicê bibin.

Silêman her wiha diyar ku hejmara kesên dixwazin tevî hêzê bibin, zêde dibe.

(kn)

ANHA