YPG li her derê li dagirkeran dixe; leşkerek û gelek çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê de li Efrînê leşkerekî artêşa tirk a dagirker û gelek çete hatin kuştin.

YPG li her derê li dagirkeran dixe; leşkerek û gelek çete hatin kuştin
14 tebax, 2018   06:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺHêzên me di hefteya duyemîn ya meha Tebaxê de li hemberî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li bejahiya navçeyên Mabata û Şera çalakiyên bibandor li dar xistin. Agahiyên der barê çalakiyên ku hatine lidarxistin de wiha ne;

1. Di dîroka 8’ê Tebaxê de hêzên me li navçeya Mabata li hemberî seyareya serçeteyê bi navê Ebdulrezzaq el-Bekr çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de çete hate kuştin.

2. Di dîroka 11’ê Tebaxê de yekîneyên me li hemberî konvoya dewriye ya artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk û gelek çete hatin kuştin, hejmarek çete jî birîndar bûn.ʺ

(kc)