Ji ber topbarana artêşa Tirk gelek darên Efrînê şewitîn

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xidiriya yê girêdayî navçeya Bilbilê topbaran kir. Di encamê de agir bi daran ket û gelek dar hatin şewitandin.

Ji ber topbarana artêşa Tirk gelek darên Efrînê şewitîn
13 tebax, 2018   12:16

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Xidiriya bi tankan topbaran kir. Di encama topbaranê de, darên zeytûnê jî di nav de, gelek cureyên darên din şewitîn.

(kc)

ANHA