Wezareta Hundirîn a Misrê: 6 terorîst hatin kuştin

Wezareta Hundrîn a Misrê îro diyar kir ku hêzên polîsan bi ser bargeheke terorîstan a li nêzî Qahîrayê de girt. Di encamê de 6 terorîst hatin kuştin.

Wezareta Hundirîn a Misrê: 6 terorîst hatin kuştin
13 tebax, 2018   12:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn a Misrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên ewlehiyê girtin ser bargeheke terorîstan li bajarê El-Sadis ê girêdayî parêzgeha El-Cîzayê. Her wiha destnîşan kir ku komê gule ber bi polîsan ve reşandin. Polîsan jî bersiva vê yekê da û di encama wê de 6 çekdar hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîsan çek û gule û hindek perspektîfên cîhadî li gel çekdaran dîtin.

Her wiha hate diyarkirin ku koma terorîst gelek çalakiyên li dijî sazî, navendên olî, hêz û polîsan di pîrozbahiyên cejna Qurbanê de kirine.

Li gorî daxuyaniyê ku hêzên ewlekariyê nasnameyên 3 terorîstên ku hatin kuştin diyar kirin, di nav de zilamekî 33 salî li gundê El-Selam ê girêdayî El-Erîş mezintrîn bajarê parêzgeha bakurê Sînayê ku li wê derê gelek çeteyên DAIŞ`ê hene, dijî.

Li gorî Wekaleta El-Şerq El-Ewset a Misrê roja Yekşemê diyar kir ku hêzên Ewlekariyê li parêzgeha bakurê Sînayê 12 terorîst li El-Erîşê kuştin.

(bx)