Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo berê xwe da gundê Til Tenik ku li başûrê navçeyê dikeve û sersaxî ji malbata şehîdê YPG`ê Heyder Elî re xwest.

Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
Gelê Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd Heyder Elî re xwest
13 tebax, 2018   12:35

QAMIŞLO

Gelê Til Hemîs, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata Heyder Elî (Lewend Qamişlo) re xwest ku di 7`ê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Li konê sersaxiyê, merasîm bi rêzgirtinê bi dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Emel Ebas, hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîs Salih Xelef, yek ji fermandarên QSD`ê Rûstem Cûdî, endama Kongreya Star Nîre El-Hemko û hevserokê Meclisa Bajarokê Ebû Cirin Ehmed El-Kirês axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîs Salih Xelef di dawiya merasîmê de, wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(kc)

ANHA